Li xwepêşandanên 1ê Gulanê yê Stenbolê: 38 kes hatin girtin

Di Xwepêşandanên 1ê Gulanê yê Stenbolê de, 38 kes hatin girtin.

AMED TIMES- Di Xwepêşandanên 1ê Gulanê yê Stenbolê de, 38 kes hatin girtin. 

Li Stenbolê di çalakiyên 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran ya Cîhanî de 65 kes hatibûn desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê piştî kontrola tenduristiyê kesên desteserkirî birin Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê.

38 kes hatin girtin 

Li dadgehê 38 kes bi tohmeta “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan”, “propagandaya rêxistinê” û “berxwedana li hemberî fermanberê giştî” hatin girtin.

Wekî din 27 kes bi mercên kontrola edlî hatinberdan.