Giştî

MAZLUMDER: Koçber li navendên vegerandinê rûbirûyî tundiyê dibin

Komeleya Mafên Mirov û Hevkariya Ji Bo Mezlûman (MAZLUMDER) ragihand ku li navendên vegerandinê yên koçberan, li dijî biyaniyan binpêkirinên neyasayî tên kirin.

AMEDTIMES- MAZLUMDERê Rapora Pirsgirêkên li navendên vegerandinê yên Îdareya Koçê ya Tirkiyeyê eşkere kir.

Li gorî rapora MAZLUMDERê li navendên vegerandinê pirsgirêkên serekî helwesta xirab, kêmasiyên parastina hiqûqî û binpêkirinên mafên bingehîn in.

Di raporê de hatiye nivîsîn, “Li navendên vegerandinê şertên ne mirovî yên ku koçber rûbirûyî wan dibin nayên belgekirin û li van navendan bi awayekî baş venêrîn nayê kirin."

“Koçber rûbirûyî tundûtûjî û miameleya xirab dibin”

Di raporê de li ser tundûtûjî û miameleya xirab a li hemberî koçberan wiha hatiye nivîsîn:

“Koçberên li navendên vegerandinê dimînin berdewam rûbirûyî tundûtûjî û miameleya xirab dibin.

Li gorî salên dawî kiryarên nemirovî yên wekî tundûtûjiya fîzîkî, gef, heqaret û heqaretan zêde bûne.

Kiryarên kêfî yên karmendên ewlehiyê û karmendên saziyê ewlehiya mirovên li van navendan dixin metirsiyê.

Ji ber mekanîzmayeke kontrolê nîne miameleyên xirab û bûyerên tundûtûjiyê yên li van navendan zêde dibin.”

Li gorî raporê, şertên fîzîkî yên navendên vegerandinê ne baş in û koçber li cihên gelekî qerebalix tên girtin.

“Hinek koçber rûbirûyî şkenceyê dibin”

Di raporê de behsa şertên xirab ên navendên vegerandinê hatiye kirin û hatiye gotin:

“Li navendên vegerandinê di dabînkirina pêwîstiyên mirovî yên bingehîn de kêmasiyên mezin hene.

Bidestxistina xwarinê, ava paqij, alîkariya bijîşkî û kelûpelên paqijiyê zehmet e. 

Ev kêmasî bi taybetî ji bo nexweş, kal û pîr û zarokan dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê.

Gihiştina gelek koçberan a xizmetên tendirustiyê tê astengkirin û car car jî bi ti awayî rê nayê dayîn.

Îdiayên bihêz hene ku hinek koçber rûbirûyî şkenceyê dibin. Belgeyên vegerê bi zorê bi koçberan didin îmzekirin û zext li wan tên kirin.

Dema îmze nakin tundûtûjiya fizîkî û cezayên din li ser wan tên ferzkirin û gef li wan tê xwarin.

Îdiayên şkenceyê cidî ne û ev îdia bi awayekî bibandor nayên vekolîn."

Li gor raporê, her wiha rê nayê dayîn ku koçber alîkariya hiqûqî wergirin û hevdîtina wan a li gel parêzeran tê astengkirin.