Mele li Qudsê hatibû kuştin: Li Rihayê hat veşartin

Mele Hesen Saklanan 30ê Nîsanê di dema bi qefleyek geştyarên diyanetê re wekî peywîrdar li Qudsê bû bi kêrê êrişî polîsên Îsraîlê kiribû û di encamê de jî ji aliyê wan polîsan ve hatibû kuştin. Termê meleyê, vegerandin Rihayê û li wê derê hat veşartin.

AMED TIMES-  Termê meleyê Rihayî yê ku li Qudsê hatibû kuştin vegerandin Rihayê û li wê derê hat veşartin.

Mele Hesen Saklanan 30ê Nîsanê di dema bi qefleyek geştyarên diyanetê re wekî peywîrdar li Qudsê bû bi kêrê êrişî polîsên Îsraîlê kiribû û di encamê de jî ji aliyê wan polîsan ve hatibû kuştin.

Di êrîşê de polîsekî Îsraîlê ji serê xwe birîndar bûbû.

Piştî bûyerê bi 23 rojan, 23ê Gulanê termê Hasan Saklanan vegerandin Rihayê.

Termê Saklanan bi rêya Urdunê gihişte Balafirgeha GAPê ya Rihayê û ji aliyê malbata wî û qelebalixiyeke zêde ve hat pêşwazîkirin.

Piştî ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif Înanê karên otopsiyê hat kirin, termê Saklanan birin Mizgefta Pêxember Eyûb û li wê derê nimêj li ser hat kirin.

Darebesta Saklanan bi Alaya Filistînê hat pêçan û piştî nimêjê li Goristana Deriyê Herranê hat veşartin.

Ji bilî malbata wî hejmareke zêde ya welatiyan û nûnerên saziyên sivîl beşdarî merasîma veşartina melayê Rihayî bûn.

Çi bûbû?

Hasan Saklananê ji Rihayê 30ê Nîsana 2024an li Qudsê bi kêrê êrîşî polîsekî Îsraîlê kir û di encamê de ji aliyê polîsê Îsraîlê ve hat kuştin.

Di êrîşê de polîsekî Îsraîlî ji serê xwe birîndar bûbû.

Polîsê Îsraîlê derbarê bûyerê de got:

“Li herêma bajarê kevn a li Deriyê es-Sehire (Herod) derdora demjimêr 12:30î kesekî hewl da bi kêrê êrişî polîs bike.

Polîsan gule berdan û ew kes bêbandor kir. Li ser êrişkar kêrek hebû. Êrîşkar welatiyekî Tirk bû.”

Her çiqas Îsraîlê Hasan Saklanan weke welatiyekî Tirk ragihand, lê piştî bûyerê gelek kesan nasnameya Hasan Saklanan meraq kir.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Hasan Saklanan 1ê Kanûna Paşîna 1990î li Rihayê ji dê û bavekî Ereb çêbûye.

Piştî ku li Rihayê Lîseya Îmam Xetîbê xwendiye weke melayê mizgeftê hatiye tayînkirin.

Saklanan zewicî ye û 4 zarokên wî hene.

Herî dawî li navçeya Xelîliyê ya Rihayê melayê mizgefta gundê Çeteloxê bû.

Gundê Çeteloxê di navbera navenda Rihayê û navçeya Wêranşarê de ye û 80 kîlometreyan dûrî navenda Rihayê ye.