AMED TIMES- Saziya Keşnasiyê ji bo bajarên Mereş, Meletî û Colemêrgê hişyariya barana gur da û divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Saziya Keşnasiyê 18ê Gulana 2024an ragihand ku li bajarê Konya û 3 bajarên din dê baraneke gur bibare û li herêmên din jî pileya germê 1 heta 3 pileyan zêde bibe.
Li gorî daxuyaniyê, li herêmên Marmara, Ege û Deryaya Spî jî dê toz bibare û divê welatî tedbîrên xwe wergirin.
Li Wan û Colemêrgê hişyariya helîna berfê
Ji bo Wan û Colemêrgê jî hişyariya helîna berfê hat dayîn ku dikare bibe sedema hezaz û rewşên din ên neyînî.