Giştî

Mîhrîcana Çand û Xwezayê li navçeya Dep a Elazîzê pêk hat

Li navçeya Dep ya Elazîzê Mîhrîcana Çand û Xwezayê bi beşdariyeke zêde pêk hat. Di mîhrîcanê de danasîna cil û bergên kurdî ji aliyê xelkê ve eleqeyeka mezin dît.

AMEDTIMES- Mîhrîcana Çand û Xwezayê li navçeya Dep a bajarê Elazîzê li navçeya Dep a bajarê Elazîzê mîhrîcana Çand û Xwezayê bi beşdariyeke zêde pêk hat.

Mîhrîcana Çand û Sirûştê bi çalaki û konsertan pêk hat. Dîwana dengbêjan, çalakiyên zarokan, panel û konsert, danasîna cil û bergên kurdî pêk hat.

Serokê gîştî yê partîya DBPyê Keskin Bayindir, parlamentere Erzêromê ya Dem Partîyê Meral Daniş Beştaş, parlemantera Dêrsimê Ayten Kordu û parlemanterê Çewligê Omer Faruk Hulako ji beşdarê mihricanê bûn.

Mîhrîcan li baxçeya gel a Bahçelievlerê bi beşdariya xelkê bajêr bi coşeke mezin pêk hat. Konser bi nasîna cil bergên kurdî ya Komeleya Huner û Edebîyata Jinê(KASED) û Lewendî dest pê kir.Danasîna cil û bergên kurdî ji aliyê xelkê ve eleqeyeka mezin dît.Şaredariya DEPê jî li ser mihrîcanê peyamek belavkir û wiha got;

"Di festîvalan de, ji bilî stran û awazên gelêrî,danasîna cil û bergên me yên herêmî, ûrf û adêt me yên ku pêşeroja me zindî dike wekî û bi hevre yektiyek çêdike.  Me cil û bergên bajar û herêma xwe bi xelk xwe danasin û bi hevre govend gerandin."