Operasyon: Hezar û 877 çek hatin bi dest xistin

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, li seranserê welêt dijî qaçaxciyên çekan û kesên çekên bêrisxet digerînin di operasyonên "Mercek-19"ê da hezar û 877 çek hatine bi dest xistin

AMED TIMES- Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, di 5 rojên dawîn da li seranserê welêt dijî qaçaxciyên çekan û kesên çekên bêrisxet digerînin di operasyonên "Mercek-19"ê da hezar û 877 çek hatine bi dest xistin 

Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û destnîşan kir fermandariyên cendirmeyan û midûriyetên ewlehiyê yên bajaran Stenbol, Edene, Îzmir, Konya, Diyarbekir, Enqere, Trabzon, Sakarya, Kocaelî û Mugla jî di navê da li 77 bajaran operasyonên "Mercek-19"ê kirine.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya diyar kir di operasyonên "Mercek-19"ê da hezar û 877 çek hatine bi dest xistin û der barê 2 hezar û 89 şikbarî da kar û barên fermî hatine sepandin.