Operasyona madeyên hişbir: 366 kes hatin desteserkirin

Li hin bajaran operasyona narkotîk pêk hat û di van operasyonên madeyên hişbir de 366 kes hatin desteserkirin.

AMED TIMES- Li hin bajaran operasyon pêk hat û di van operasyonên tiryakê de 366 kes hatin desteserkirin. 

 Li gor daxuyaniya Wezîr Yerlîkaya di operasyonê de 700 kîlo tîryak û 13 hezar hebên hişbir hatin bidestxistin.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya derbarê operasyonên tiryakê yên bi navê "Narkoçelîk-16" yên ku li 20 bajaran hatin kirin de daxuyanî da.

Alî Yerlikaya derbarê operasyonê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihandiye ku operasyon di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Têkoşîna Li Dijî Sûcên Organîzekirî û Qaçaxçitiyê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan de ji aliyê Fermandariyên Cendirmeyan yên Bajaran ve hat kirin.

366 gumanbar hatin desteserkirin  

Wekî din 230 ekîp û 980 personelên cendirmeyan beşdarê operasyonan bûn. 

Operasyon li bajarên Amed, Antalya, Îzmîr, Agirî, Kastamonu, Amasya, Dîlok, Colemêrg, Stenbol, Sakarya, Wan, Çewlîk, Aydin, Tekîrdag, Çanakkale, Hatay, Afyonkarahisar, Riha, Mereş û Qeyseriyê hatin lidarxistin.

Yerlikaya eşkere kir ku di operasyonan da 366 gumanbar hatin desteserkirin û 700 kîlo maddeyên hişbir û 13 hezar hebên hişbir jî hatin bi dest xistin.