Giştî

Otobûsê rêwiyan qeza kir: 14 kes birîndar bûn

Li bajarê Îdirê otobûsa rêwiyan li darê xist û di qezayê de 14 kes birîndar bûn.

AMEDTIMES- Otobûsa rêwiyan a ku Huseyîn Safa (59) diajot li ser rêya Îdir û Tuzlucayê, nêzîkî gundê Çalpalayê ji rê derket û li darê xist.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, îtfaiye, polîs û cendirme çûn cihê qezayê.

Li gorî tesbîtên ewil di qezayê de 14 kes birîndar bûn û rewşa 2 birîndaran jî xedar e.

Tîmên tenduristiyên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.