Ozgur Ozel: Ez ê di demeke nêz de herim Amedê"

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel diyar kir ku ew ê biçin Amed aku 15 kes şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.

AMED TIMES - Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel diyar kir ku ew ê biçin Amedê ku 15 kes lê şewitîn û mirin.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komari Ozgur Ozel di civîna koma partiya xwe de axivî.

Ozel bal kişand ser karesata şewata li ser sînorê Amed û Mêrdînê û wiha got: “Piştî şewatê heyetek ji parlementerên me çûn Amedê û lêkolîn kirin. Ez ji welatiyên me yên jiyana xwe ji dest dane û xizmên wan re sersaxiyê dixwazim. “Ez ê di demeke nêz de herim Amedê û serdana malbatan bikim."