Partiya Demê : Pêdiviya Tirkiyeyê bi hilbijartinên pêşwext heye

Hevseroka Partiya DEMê ragihand, pêdiviya rewşa Tirkiyeyê bi hilbijartinên pêşwext heye û desthilat bi siyaseta xwe Tirkiyeyê ber bi qeyraneke mezin ve dibe.

AMED - Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Tullay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan li bajarê Colemêrgê konfranseke çapemeniyê lidarxist û balkişandin ser girtin û cezakirina Hevşaredarê Colemêrgê û danîna qeyûm li cihê wî.

Hatimogullari da zanîn, divê hikûmeta AK Parti û MHPyê bên hilweşandin û ji Colemêrgê radigehînin ku pêdiviya Tirkiyê bi hilbijartinên pêşwext heye.

Hevseroka DEMê dibêje, “Îro li Tirkiyê gelek kes ku tu carî dengê xwe nedane Partiya DEMê an jî qet nafikirin ku dengê xwe bidin Partiya DEMê, lê li dijî qeyûman nerazîbûnê nîşan didin. Ev mijarek girîng e. Li Tirkiyê û Ewropayê her kes li dijî qeyûman e. Gelê Tirkiyê vê yekê qebûl nake. Ev ne reway û darbeye.”