Giştî

Rawestgehên li bajêr hatin temîrkirin û paqijkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li rawestgehên ku li deverên cuda yên bajêr in, xebatên temîrkirin, nûkirin û paqijkirinê kir.

Sekertiya Daîreya Veguhastinê xebatên xwe didomîne da ku rawestgehên çûnûhatinê yên ku di nav cihên hevpar ên welatiyan de ne, bikêrtir, paqijtir û biserobertir bikin.

Li gorî daxwazên welatiyan, ekîban di nava 4 mehên dawî de li 37 rawestgehan xebat meşandin. Di encama xebatan de 2 rawestgeh hatin çêkirin, 22 rawestgeh hatin veguheztin û birin cihekî ku pêwîstiyan bi cih bîne. Temîrkirin û nûkirina 13 rawestgehan hatin kirin û li gorî pîvanan hatin bicihanîn. Her wiha hemû rawestgehên li navenda bajêr hatin paqijkirin û şûştin.

Serokatiya Daîreya Veguhastinê li navenda bajêr qonaxa sazkirina 2 rawestgehên nû didomîne.

Ekîb li navenda bajar, navçe û bejahiyê ji bo rawestgehên nû xebatên diyarkirina cihan didomînin û dê di demeke kin de sazkirina rawestgehan biqedînin.