Şaredariya Amedê ji bo pêşketina çandinî û ajaldariyê xebateke girîng da dest pê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, ji bo ku çandinî û ajaldarî pêş bikeve xebateke girîng da dest pê kirin. Şaredarî projeyan çêdike ku avê li seranserê bajêr bi awayekî bikêrhatî bikar bînin û avê bigihînin erdên bê av.

AMED TIMES- Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, ji bo ku çandinî û ajaldarî pêş bikeve xebateke girîng da dest pê kirin. 

Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, ji bo ku çandinî û ajaldarî pêş bikeve xebateke girîng da dest pê kirin. 

Serokatiya Daîreya Xizmetên herêmî xebatên xwe yên ji bo pêşxistina çandinî û ajaldarîyê didomîne. Ekîbên girêdayî vê daîreyê, projeyan çêdikin ku avê li seranserê bajêr bi awayekî bikêrhatî bikar bînin û avê bigihînin erdên bê av.

45 kîlometre qenalên avdanê hatin çêkirin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin li 9 taxên Çermîk, Çûngûş, Dîcle, Erganî, Hanî, Hezro, Kocakoy, Qulp, Licê, 45 kîlometre pergala avdanê ya modern ya vekirî-girtî ava kirin.

Ekîbên ku di çarçoveya projeyan de xebatên xwe bênavber didomînin, wê bi 3 projeyên cuda li gundan bi tevahî 106 kîlometre qenalên avdanê çêbikin.

Hevsengiya ekolojîk tê parastin

Di dema xebatan de girîngiyê didin ji bo parastina xwezayê jî.  Armanc ew e ku di xetên ku pergalên avdanê lê derbas dibin de hevsengiya ekolojîk bê parastin. 

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya protokola ku bi Serokatiya İdareya  Pêşveçûna Herêmê ya GAPê re hat îmzekirin de ji bo avdana çandiniyê ya li taxên gundewarî (kırsal) yên navçeyan baştir bike û bi vî awayî destekê bide geşepêdana gundan, dê xebatên çêkirina qenalê bidomîne.