Giştî

Şarederiya Amedê dê ji bo cotkarên mexdûrên şewatê 50 ton genim bide!

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo mexdûrên cotkarên ku di şewatê de zevî û berhemên wan şewitî 50 ton genim bo piştgiriyê dê bide.

AMED TIMES - Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amadê ji bo zevîyên çandinî ji nû ve were berhemanînê ku di meha hezîranê de şewata li gundên Çinarê pêk hatibû 50 ton genim dê bide.

Meclîsa Şaredariyê civîna xwe ya sêyem de biryar da ku şewata 20ê hezîranê de li gundên Çinarê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê pêk hatibû û bu sedema mirina 15 kesan zevîyên ku zerarê dîtine bo piştgiriya cotkaran danîna 50 ton genim qebûl kirin. Genime ku ji bo piştgiriyê bê dayin di meha mijdarê de dê were dayin.