Sembola 'gurê boz’ Tirkiye û Almanya li hev sor kirin!

2yê mehê tîmên neteweyî yên Tirkiye û Awisturyayê di çarçoveya maça EURO 2024ê hatin pêşberî hev.  Piştî ku lîstikvanê tîma Tirkiyeyê nîşana “gurê boz” kir Tirkiye û Almanyayê bangî balyozên hev kir.

AMED TIMES -  Piştî ku lîstikvanê tîma Tirkiyeyê nîşana “gurê boz” kir Tirkiye û Almanyayê bangî balyozên hev kir.

2yê mehê tîmên neteweyî yên Tirkiye û Awisturyayê di çarçoveya maça EURO 2024ê hatin pêşberî hev.

Lîstikvanê Tirkiyeyê Merîh Demîral piştî gol avêt işareta “gurê boz” kir. Ev tevgera Merîh Demîral gelek bertek û nirxandinan jî bixwe re anî.

Almanya: Li stadyumên me cihê sembolên rastgirên tundrew ên Tirkan nîn e.

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeserê jî bertek da vê tevgeran nijadperest û got:

“Li stadyumên me cihê sembolên rastgirên tundrew ên Tirkan nîn e.

Nayê qebûlkirin ku Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê wekî platformeke nijadperestî bê bikaranîn.

Em li bendê ne UEFA lêkolînê li ser bûyerê bike û cezakirinê binirxîne.”

UEFAyê piştî gotinên Nancy Faeserê ragihand ku derbarê futbolîstê Tirk Merîh Demîral lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Tirkiyeyê bangî Balyozê Almanyayê kir

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê piştî bertekên Hikûmeta Almanyayê bangî Balyozê Almanyayê yê Enqereyê Jurgen Schulz kir.

Wezaretê ji Jurgen Schulz re got,“Bertekên berpirsên siyasî yên Almanyayê yên li hemberî kêfxweşiya Merîh Demîral dijminiya biyaniyan e.”

Almanyayê jî bangî Balyozê Tirkiyeyê kir

Piştî vê gava Tirkiyeyê, Wezareta Karên Derve ya Almanyayê jî bangî Balyozê Tirkiyeyê yê Almanyayê Ahmet Başar Şen kir.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji ber işareta Merîh Demîral bangî Ahmet Başar Şen kiriye.

Sembola “gurê boz” li Tirkiyeyî wekî sembola Partiya Tevgera Netewperest (MHP) tê naskirin û ji aliyê faşîst û nijadperestên Tirk ve tê bikaranîn.