Giştî

Serokê CHPyê tê Amedê: Dê tevî Şaredariyê jî hevdîtinek pêk bîne!

AMED TIMES- Bernameya Amedê ya Serokê Giştî ya CHPyê Özgur Özel diyar bû. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin Özel ewilî dê biçe Serokatiya CHPyê ya Amedê.

Zîyareta Walî û Şaredariya Bajarê Mezin

Ozgur Ozel piştre jî dê biçe cem hevserokên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun. Mijarên hevdîtînê dê Mijara pirsgirêka Kurdan, polîtîkayên kayyumê û aboriya bajêr bibe.

Serokê Giştî ya CHPyê piştî hev dîtîna Şaredariya Amedê Waliyê Amedê jî ziyaret bike.

Özel piştre jî dê biçe cem serokê Odeya Tîcaret û Pîşesaziyê Mehmet Kaya.