Serokê Yekîtîya Baroyên Tirkiyeyê: Biryara Dadgehê ne rewa ye!

Dadgeha Cezaya Giran a Amedê li ser kuştina doza Tahir Elçî biryara xwe da. Dadgehê ji bo 3 polîsên wekî gumanbar dihatin darizandin birayara beratê da. Serokê Yekîtîya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan jî ji bo biryarê got: “Biryara Dadgehê ne rewa nîn e”

AMED - Di rûniştana biryarê ya doza kuştina Tahîr Elçî de 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryar da. Dadgehê li ser 3 polîsên ku wekî gumanbarên kuştina Tahîr Elçî dihatin darizandin, biryara beraetê da.

Li aliyê din, dosyeya gumanbarê bi navê Ugur Yakişir ku wekî endamê PKKyê tê binavkirin, bi kuştina Tahîr Elçî û du polîsan dihat darizandin hat cezarkirin.

Lê Ugur Yakişir bê serûşûn e û nayê zanîn li kû derê ye.

Berî ku dadgeh biryara xwe eşkere bike parêzerên doza kuştina Tahîr Elçî û şandeyên ji welatên biyanî, serokên 32 baroyan, şandeya CHPyê, serok û nûnerên HDP, DBP û DEM Partiyê berî ku dadgeh biryara xwe eşkere bike wekî protestokirinê salona rûniştinê terikand û bi çepikan biryara dadgehê û proseya dadgehkirinê protesto kirin.

Piştî rûniştinê beşdarên dozê ji dadgehê heta Mînareya Çar Ling a Sûra Amedê meşiyan û wan paşê daxuyanî da.

Serokê Yekîtîya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan got: “Me dizanibû ku egera ku dadgeh biryareke hiqûqî bide nîne. Rûniştina îro jî nîşaneya wî yeke bû.Ji ber wê me nexwest em wan zêde meşrû bikin loma jî em ji salonê derketin.

Parêrê Doza Elçî:  “Dozger delîlan kom nekir”

Parêzerê Doza Tahir Elçî Orhan Kemal Cengîz got: “Hemû delîlên vî dozê hatin reşkirin. Bi awayê sîstematîk hatin reşkirin. Bi ti awayî delil nehatin komkirin. Min îro li salona dadgehê jî got, dozger ti delîlek kom nekiriye lê ji ber nebûna delîlan daxwaza bereata gumanbaran kir.

Ji îro pê vê li dadgeha îstînafê dê li hemberî biryara dadgeha Amedê pêvajoya îtîrazê dest pê bike û pêvajoya doza Tahîr Elçî dê bi wî rengî bidome.

Serokê wê demê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî 2015an dema li pêşiya Mînareya Çarling a li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî dida hatibû kuştin.

Pêvajoya dîtina doza kuştina wî sala 2020an dest pê kiribû.

Ji doza kuştina Tahir Elçî 3 polîs û kesek bi navê Ugur Yakişir ku wekî endamê PKK tê binav kirin 4 kes dihatin