Giştî

Şivaneki 60 serî pez firot û çû pavyonê

Li bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê şivanekî 60 serî pez firot û çû pavyonê, ew şivan hat girtin.

AMED TIMES  - Bûyerê li navçeya Kozanê ya Edeneyê rû da. Li gorî nûçeya DHAyê, şivanê bi navê R.D. li ber pezê K.Î. dima lê şevekê 60 mêşinên wî birine û çûye.

Şivan 60 mêşinên K.Î. birine Hatayê û li wê derê firotine.

Piştî ku şivan û mih winda bûne xwediyê pez xeber daye cendirmeyan.

Cendirmeyan tesbît kiriye ku şivan li pavyonê dilê xwe xweş dike.

Cendirmeyan bi ser pavyonê de girt û şivan desteser kir.

Şivan R.D. piştî ku îfadeya xwe da hat girtin.

Cendirmeyan jî mêşin radestî xwediyê wan kirin.