Giştî

Polîsên siwarî daketin li qeraxa Bêdlîsê

Salvegera 953. ya Şerê Malazgîrê dê were pîrozkirin ji bo vê jî polîsên siwarî hatin qeraxa Tatwanê digeriyan û silav dan xelkê bajêr.

AMEDTIMES- Polîsên siwarî ên girêdayî Gerînendeyê Ewlehiyê yên Wan û Enqereyê li qeraxa Tetwanê digeriyan bala xelkê bajêr kişandin.

Xelk tevî polîsên siwarî wêne girtin. Ji bo pîrozkirina salvegera 953.ya Şerê Malazgîrê ya di sala 1071an de pêk hatiye ku li Xelatê merasim were lidarxistin. Polîsên siwarî bi hespên xwe li qeraxê digeriyan.

Hemwelatî elaqeyekî zêde li siwarîyan nişan dan û bi wan re wêne girtin.