Giştî

Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarigucuyê bi kadroya xwe ya nû xwe ji bo lîgê amade dike

Ji ekîbên Lîga Futbolê ya Jinan a Turkcellê, Hakkarigucu 5 jê Afrîqayî bi giştî 9 futbolîst transfer kir û bi kadroya xwe ya nû, xwe ji bo sezonê amade dike.

AMEDTIMES- Hakkarigucuya ku dixwaze di lîgê da performansa xwe ya serkeftî ya salên dawî îsal jî bidomîne, di çarçoveya amadekariyên sezona nû da ku bi armanca ku di refên jorîn da cih bigire dest pê kir, rêya xwe û 11 lîstikvanan ku 8 ji wan biyanî bûn veqetand.

Tîm bi bi futbolîzên biyanî yên nû ku ji Burkina Faso, Gana, Botsvana û Zambiyayê transfer kir, li Saheya Futbolê ya Merzanê ya li Hekariyê amadekariyên xwe didomîne.

Cemîle Tîmûr Berpirsa Teknîkî ya tîmê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew hewl didin ji bo sezona nû tîmeke baş çêkin û her wiha piraniya kadroya par nû kirin.