Giştî

Tirkiyeyê ji bo endambûnê serî li BRICSê da

Tirkiye ji bo ku beşdar bibe bi awayî fermî serî li Civata BRICSê da.

Li gorî nûçeya Bloombergê, rêveberiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di wê baweriyê de ye ku navenda hêza cîhanê ji aboriyên pêşketî dûr dikeve.

Tê gotin ku ev pêngava nû ya dîplomatîk a Tirkiyeyê, daxwaza wî welatî ji bo bihêzkirina pêwendiyên xwe yên bi rojhilat û rojava re di cîhaneke piralî de nîşan dide.

Di heman demê de tekezî li ser wê yekê tê kirin ku Tirkiye dixwaze wekî endameke NATOyê erkên xwe berdewam bike.

Tirkiye çima dixwaze tevî BRICSê bibe?

Li gorî nûçeyê, Tirkiyeyê çend meh berê ji ber dilgiraniya xwe ya ji pêşneketina pêvajoya endamtiya xwe ya Yekîtiya Ewropayê, xwestiye tevî BRICSê bibe.

Bloomberg diyar dike piştî Rûsyayê sala 2022an Ukrayna dagir kir, Tirkiyeyê pêwendiyên xwe bi Rûsyayê re xweş kirin û ev jî bû sedema aloziyan di navbera Tirkiyeyê û endamên NATOyê de.

Armanca BRICSê çi ye?

Bloomberg her wiha da zanîn ku BRICS xwe alternatîfeke saziyên wekî Banka Cîhanî û Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) nîşan dide ku endamên wan di bin serweriya Rojava de ne.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku endamtiya Tirkiyeyê ya BRICSê dibe ku di vî warî de derfetên nû yên fînansê û bazirganiyê pêşkeş bike.

Bloombergê di heman demê de ragihand ku Erdogan di daxuyaniya xwe ya li Stenbolê de diyar kir ku divê Tirkiye hevdem pêwendiyên xwe yên bi Rojhilat û Rojava re baş bike, berovajî wê dê welatê wan zererê bibîne.

BRICS çi ye?

Welatên di nava pêşketinê de yên wekî Brezîlya, Rûsya, Hindistan û Çînê ji bo di qada navnetewî de zêdetir bibin xwediyê gotinê sala 2006an “Civata BRIC"ê ava kir.

Civat navê xwe ji tîpên destpêkê yên bi Îngilîzî yên navê wan welatan digire.

Sala 2011an bi zêdekirina Afrîkaya Başûr re navê civatê bû "BRICS".

Misir, Etiyopya, Îran, Siûdî û Îmarat jî 1ê Çileya Paşînê tevlî BRICSê bûn.

Welatên endamên komê, her yek ji bo salekê dibe serokê demkî yê civatê.