Tirkîyeyê ji bo wesayîtinê ji Çînê tê bacê zêde kir!

Tirkiyeyê li ser wesayîtên 'binek' ên ji hemû cureyên sotemeniyê yên ji Çînê tên bacên zêde ferz kiriye.

AMED - Tirkiyeyê biryar da ku li ser wesayîtên “binekê” ên ku ji Çînê tên îthalkirin baceke zêde bisepîne. Li gorî rêziknameya ku di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, baca ji sedî 40 ya ku niha ji bo wesayitên elektrîkê tê sepandin, dê ji bo wesayîtên her cure sotemeniyê jî were sepandin.

Herwiha bi vê rêziknameyê re baca gumrikê ya herî kêm jî wekî 7 hezar dolaran hatiye diyarkirin. Biryara di 8ê Hezîranê de hat weşandin, wê di roja 30emîn de bikeve meriyetê.