Wezîrê Dadê li ser biryarên Doza Kobaniyê axivî

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç got, “Em dê li benda pêvajoya dadgehên lênerîn û pêdeçûnê bin.”

AMED TIMES- Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç got, “Em dê li benda pêvajoya dadgehên lênerîn û pêdeçûnê bin.”

Doh li Dadgeha Sîncanê ya Enqereyê rûniştina Doza Kobaniyê hat kirin ku yek ji dozên herî girîng ên siyaseta bakurê welat e.  

Dadgehê bi hinceta 47 tawanên cuda bi giştî 42 sal cezayê zîndanê da hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş. Herwiha bi ber hincetên cuda ceza li gelek gelek siyasetmedarên din jî hatin birîn.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç îro pirsên rojnamegeran bersivandin. Yilmaz Tunç got ku “Dadgehê bi awayekî serbixwe û bêalî biryar daye” û ew dê pevajoyên mayî bişopînin.