Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), bûyerê li gundê Deriyê Meşîkana rû daye. Kesên ku di ber avahiyeke vala re derbas bûne dengê zarokekî bihîstiye.
Dema çûne nava wê avahiyê, wan zarokekî biçûk ditîye ku dest û lingên wî bi kelemçeyên plastîk hatine girêdan û şkence lê hatiye kirin. Wan di cih de dest û lingên wî vekirine û zarok ji avahiyê derxistiye.
Xelkê tê derxistiye ku li ser laş û serê wî zarokî şopên lêdan û şkenceyê hene û zarok tî û birçî ye. Wan nan û av daye zarokê şkencedîtî û xeber daye polîsan.
Tîmên tenduristiyê zarok bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û hat zanîn ku ew zarok 2 rojan winda maye.
Îdia: Bavê wî şkence lê kiriye
Hat angaştkirin ku bavê wî zarokî ew girê daye û şkence lê kiriye. Xelkê xwest li bavê wî bixe lê polîsan nehişt û bav hat desteserkirin.