Giştî

Xêr û bereketa hingivê tescîlkirî yê "gonî"yan rûyê hilberîneran geş kir

Li Sincika navçeya Semsurê xêr û bereketa hingivê tescîlkirî yê "gonî"yan ku bi hilberîna wê organîk e, rûyê hilberîneran geş kir.

Li navçeya ku ji aliyê florayê va dewlemend e hema bêje li baxçeyê her malê kewarên hingivan hene.

Li Sicikê 19 hezar kewarên mêşên ên qeydkirî hene. Hingivê vê navçeyê hem li piyaseya welêt hem jî li dervayî welêt tê kirîn. Li navçeyê di sala 2023yan da 75 ton hingiv hat hildan, îsal jî tê payîn ku 230 ton hingiv were hildan.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Navçeyê Ozgur Akar got, ew li bendê ne ku xêr û bereketa îsal li gor par zêde bibe.

Mehmet Işik ku 35 sal in li navçeyê mêşvaniyê dike, ew ji got ku xêr û bereketa îsal zêde ye.