AMEDTIMES- Bûyerê li navçeya Bornovayê ya Îzmîrê rû da.

Vesîh Şîmşek (45) 4 zarokên xwe birin baxçeyê zeytûnan û bi demançeyê gule li wan reşandin û paşê jî guleyek berda xwe.

Zarokên wî Cemre, Ceylîn û Nîra mirin. Ew û keça xwe Hîranur birîndar in.

Vesîh Şîmşek beriya ku guleyê berde xwe telefonî xizmekî xwe kiriye û jê re behsa bûyerê kiriye û cihê bûyerê jê re salox daye.

Çavkanî: Rûdaw