Li Diyarbekirê di çarçoveya lêpirsîna der barê kuştina Narîn Gurana 8 salî da ji 22 gumanbarên ku hatibûn binçavkirin 9 kes bi daxwaza girtinê sewqî mehkemeyê kirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Ji aliyekî va têkoşîna me ya dijî enflasyonê bi biryardarî dewam dike ji aliyê din va pêbawerî û piştgiriya me ya ji bo OVPya ku pêşaniyê dide veberhênan, hilberîn, îstixdam, îxracat û pêşketinê û dê çandinî, pîşesazî, teknolojiya bilind, turîzm û gelek sektorên cuda xurt bike tam e."
Li navçeya Heranê ya parêzgeha Rihayê 387 hezar lîre ceza li kesekî ku dûpişk digirtin hat birîn.
Şerê berdwam ê Efxanistanê bûye sedemeke mezin a zêdebûna hejmara jinebiyan.
Ji ekîbên Lîga Futbolê ya Jinan a Turkcellê, Hakkarigucu 5 jê Afrîqayî bi giştî 9 futbolîst transfer kir û bi kadroya xwe ya nû, xwe ji bo sezonê amade dike.
Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin.
Li Midyada navçeya Mêrdinê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin.
Li bajarê Munîhê yê Almanyayê polîsan li nêzîkî Konsulxaneya Îsraîlê gule li kesekî çekdar reşandin.
Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê ragihand ku di 8 mehan de herî kêm 280 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.
Sala duyemîn e ku li pey hev, meha tebaxê bû meha herî germ a ku heta niha hatiye tomarkirin.