AMED TIMES – Taxa Tavşantepeya li navçeya Baxlarê ya Amedê zaroka 8 salî ya bi navê Narîn Güran ji kursa Quranê derdikeve û winda dibe, ew 6 roj in her kes wê digere bi helîkopterê jî lêgerîn dewam e.

Hemû Amedî ji bo Narînê bibinin sefer bûne lê hin gotegot jî dê û bavê Narînê diêşînin.

Li 18 xaniyan dîsa lêgerîn

Fermandariya Cendermeyê ya Asayîşê ya Amedê doh ber êvarkî li 18 xanî û 3 kadînan lêgerîna dubare kir. Di nav van 18 xaniyan de mala Narînê jî hebû.

Zarok çawa ji Narînê weqetiyane sêwirandin

Li gorî nûçeya DHAyê 2 hên Narînê tevî pedagogan gor dîmena ku herî dawî li kamerayê qeydkirî ya Narînê çawa ji Narînê weqetiyane ji bo cendermeyan sêwirandin.

Xwîn ya zarokekî din e

Li ser kevirekî ku 30 metre dûrî mala Narînê şopa xwîna hişkbûyî hat dîtin, ji parêzgeriya Amedê daxuyanî hat belavkirin ku xwîn ne ya Narînê ye ya zarokekî ji vê taxê ye ku pozê wî xwîn bûye.

Kîjan rê kar anî?

Gor dîmena kamerayê ya ewlehiyê ya Narînê wexta ji hên xwe vediqete 2 xaçerê heye yek diçe mala wan û rêya ku erebe lê derbas dibe xaçerêya din jî diçe mizgeftê.

Li Efxanistanê rewşa jinebiyan çawa ye? Li Efxanistanê rewşa jinebiyan çawa ye?

Bavê Narînê  Arif Güran dibêje ku ‘’wekî mele jî dibêje di saet 15:05an e ji kursê derdikeve tevî du keçikan di saet 15:15an de tê xaçerê û li wir ji hên xwe vediqete 80 metre rê heye hên wê dibêjin heta gir ew dîtine û paşê ew jî çûne mala xwe. Saet dora 17:00-18:00 dêya Narînê ji zarokan re dibêje bila Narînê bînin malê zarok digerin nagerin Narînê nabînin. Tenê du rê hene bo N A R İ N1-1 Narînê wan kar bîne ku biçe mizgeftê yek diçe mala apê wê û dibistanê ye. Dora xênî jî 10-15 xane hene.’’

 

Çavkanî: Navenda Nûçeyan