AMEDTIMES- Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:
“Li 17 bajaran li dijî rêxistina terorê ya DAIŞê di 5 rojên dawî de operasyonên ‘GURZ-9’ê hatin kirin û 65 gumanbar hatin desteserkirin.”
Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya operasyon li van bajaran hatiye kirin: Edene, Afyonkarahîsar, Enqere, Balikesîr, Bolu, Hatay, Stenbol, Kirikkale, Konya, Mêrsîn, Sakarya û Mugla, Sêwaz, Riha, Çewlîg, Kilîs û Meletî.
Çavkanî: Rûdaw