AMEDTIMES- Kesekî ji Dihokê yê bi navê Hekîm Luqman li Stenbolê bi kêrê hat kuştin. Pismam û xizmên Hekîm Luqman dabû zanîn ku ew ji ber axaftina bi Kurdî hatiye kuştin.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Cevdet Yilmaz got ku gotinên bi rengê “Karsazê Dihokî tenê ji ber ku bi zimanê xwe yê dayîkê axiviye hatiye kuştin” ne rast in û provokasyon in. Li gorî Yilmaz, “Ti pirsgirêka wan bi wan kesan re nîne ku bi Kurdî diaxivin.”

 Alîkarê Erdogan got, “Tirkî zimanê me yê fermî û hevpar e” û îdia kir ku hikûmeta wan qedexeyên li ser Kurdiyê rakirine.

“Em dê li dijî derkevin”

Cevdet Yilmaz di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir:

“Heke kesek tenê ji ber ku bi Kurdî axiviye rastî êrişê were em dê hemû li dijî vê derkevin û dê ji aliyê hiqûqî ve tiştê pêwîst were kirin.”

Yilmaz got, “Gumanbar welatiyekî me yê ji Êlihê ye. Li gorî lêkolînên destpêkê ti pêwendiya bûyerê bi axaftina bi Kurdî re nîne.”

Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarigucuyê bi kadroya xwe ya nû xwe ji bo lîgê amade dike Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarigucuyê bi kadroya xwe ya nû xwe ji bo lîgê amade dike

Xizmên Hekîm: Sedem axaftina bi Kurdî ye

Divê were gotin ku li gorî daxuyaniyên şahidan 10-12 kesan êrişî Hekîm Luqman kiriye û sedem jî axaftina bi Kurdî ye.

Çavkanî: Rûdaw