AMED TIMES- Îro li Amedê ji bo şampiyoniya Amedsporê pîrozbahî li Stadyûma Diyarbekirê tê lidarxistin. 

Îro şampiyoniya Amedsporê tê pîrozkirin, ji ber vê yekê li Stadyûma Diyarbekirê bernameya şahiyê tê lidarxistin. 

Rêveberiya Amedsporê daxuyaniyek weşand û di vê daxuyaniyê de ji alîgiran ev tişt hat xwestin, "Em ji alîgirên xwe rica dikin ku nekevin sahayê da ku merasîma kûpaya me bi awayekî herî baş bimeşe û tu pirsgirêk dernekeve."

Rêveberiya Amedsporê hin tedbîran ragihand

Her wiha li ser hesabê medyaya civakî ya Amedsporê daxuyaniyeke din hat dayîn û hin tedbîr hatin ragihandin. 

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Hevalên delal,

Ji bo merasîma pîrozbahiya şampiyoniyê, ketina nava stadyûmê dê ji milê rojhilat û rojavayê Stadyuma Diyarbekirê bibe. Derketina ji stadyûmê jî dê ji pişt kaleyan bibe. Ev biryar ji bo fîşekan hatiye dayîn.  Em daxwaz dikin ku derbarê vê mijarê de hesas bin. “ 

Şahiya pîrozbahiya şampiyoniyê bêpere ye 

Pîrozbahiya şampiyoniya Amedsporê wê bê pere û bê bilêt be.  

Ev şahî dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û lijneya rêveber a Amedsporê ve bê li darxistin. 

Tê payîn ku hunermend; 

Xêro Abbas, 

Azad Bedran, 

Pervîn Çakar, 

Bajar, 

Helîm Omerî, 

DJ Ramazan Karakaş, 

Jehrmar 

û Îlkay Akkaya beşdarî şahiya şampiyoniyê bibin.

Hat ragihandin ku hunermendê Kurd Şiyar Berwarî ji ber ku di belgeyên wî de, pirsgirêk derketiye û nikare wê beşdarê şahiyê bibe. 

Çavkanî: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ