AMED TIMES- Amedsporê li deplasmanê tîma Somasporê 1-0 têk bir û pirr nêzîkî şampiyoniyê bû.

Amedsporê li deplasmanê tîma Somasporê 1-0 têk bir. 

Amedspor bû mêvanê Somasporê

Amedspora ku di Koma Sor ya Lîga 2yemîn ya TFFyê de, têdikoşe îro bû mêvanê Somasporê. Oktay Aydinê ku lîstikvanê Amedsporê di deqîqeya 49an de, golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.

Amedsporê bi vî serkeftina xwe ya dawî; lîdertiya xwe berdewam kir û puana xwe derxist 80an. 

Li Amedê pîrozbahî dest pê kirin

Amedsporê li deplasmanê tîma Somasporê 1-0 têk bir û pirr nêzîkî şampiyoniyê bû. Ev yek li bajarê Amedê bû sedema şabûn û şahiyan. Ji ber vê li Amedê xelk dest bi pîrozbahiyan kir. 

Xelkê Amedê derketin kolanan û bi coş û kelecanî serkeftina Amedsporê pîroz dikin. Xelk ji niha de amadehiya pêşwazîkirina tîma Amedsporê dike. 

Li aliyê din Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye, xwediyê 77 puanan e.

Amedsporê dê hefteya bê tîma Menemensporê bike mêvan.

Çavkanî: NAVENDA NÛÇEYAN (HABER MERKEZİ)