AMED TIMES- Amedspor îro li mala xwe bi Menemensporê re lîst û Amedspor bû şampiyon.
Amedspor li hemberî 33 hezar alîgîr û hezkiriyên xwe lîst. Pêşbirka Amedspor û Menemensporê bi encama 0-0 û beramber qediya.
Bi vê encama pêşbirka Amedspor û Menemensporê, tîma Amedspor şampiyoniya xwe îlan kir.
Li Amedê şampiyonî tê pîrozkirin
Piştê ku Amedspor bû şampiyon û derbasî Lîga 1emîn bû li seranserê Amedê û herêmê gel dest bi pîrozkirinê kir.
Gel piranî xwe ji stadyumê avêtin kolanên bajêr û bi tevî def û zirneyan govend gerandin û bi awayên curbecur şampiyoniya Amedsporê pîroz dikin.
33 hezar kes li stadyumê tije kir û bi hezaran kes li derve man
Alîgîr û hezkiriyên Amedsporê eleqeyeke zêde mezin nîşanê vê pêşbirkê dan û bi hezaran kes berê xwe dan Stadyuma Diyarbakir ya Nû.
Stadyuma Diyarbakir ya Nû 33 hezar kesan dikare bihewîne û nêzê 500 hezar kes jî li derve û derdorê stadyumê man.
Amadekariyên roja wergirtina kûpaya şampiyoniyê jî dest pê kir.
Şampiyonî diyarî Şehmus Ozer kirin
Hezkirî, aligîr û lîstikvanên Amedsporê yên ku şampiyoniyê bi dest xistin, şampiyoniyê diyariyê kaptanê berê yê Amedsporê Şehmus Ozer kirin û bi dengekî bilind gotin, "Şehmus kaptanê herî mezin e" û wisa ji stadyumê derketin.
Kastamonuspor bi hevrikê xwe re beramber ma
Ji aliyê din ve Kastamonuya ku di rêza 2yemîn de cih digire bi Arnavutkoy Belediyesporê re 2-2 beramber man.
Di dema pêşbirkê de çi qewimî ?
Di pêşbirka şampiyoniya Amedsporê de peyama kaptanê berê Şehmus Ozerê ku bi riya hişê çêkirî (yapay zekâ) hat dayîn û ev yek kesên li stadyumê bûn hestiyar kir.
Li stadyuma ku bi 33 hezar alîgir û temaşevanan tijî bû, bi dirêjihiya 90 deqîqeyan sloganên piştgiriyê qîrkirin.
Lîstikvanên Amedsporê piştî pêşbirkê govend gerandin û şampiyonî pîroz kirin.
Piştî pêşbirkê çi bû ?
Piştî bi dawîbûna pêşbirkê û îlana şampiyoniya Amedsporê alîgir û hezkiriyên Amedsporê yên nêzî 500 kesan li derdorê stadyumê bûn dest bi şahiyan kirin. Bi riya konvayên erebeyan li kolanan şabûna xwe nîşandan û govend gerandin.
Wekî din li seranserê bajêr alên Amedsporê hatin daliqandin û stran û sirûdên ku ji bo Amedsporê hatine çêkirin hat gotin. Gel bi vî awayê şampiyoniya Amedsporê pîroz dikin.
Di serî de li Amedê û li seranserê bakurê welêt hezkiriyên Amedsporê serkeftin û şampiyoniya Amedsporê pîroz dikin...