AMED TIMES -  Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan yê ku li meclîsê de axivî, behsa agirê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê û navçeya Çinarê ya Amedê kir.

Tuncer Bakirhan behsa îhmalkariyên Saziya Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) kir û got:

“Li herêmê belaya DEDAŞê heye. A rast ev yek gelek caran hatiye ziman. DEDAŞ li herêmê wek Dehaq tê zanîn.

Kes nabêje DEDAŞ her kes dibêje Dehaq. Çav berdaye nan, xwarin, kar û barên xelkê û wan desteser dike.

Bepirsiyarê sereke yê vê felakete DEDAŞ e. Bawer bikin dema em çûn, em şaş û metel man.

Cotkar nikarin heqê fatûreyên xwe bidin. DEDAŞ jî radibe îcrayê ji wan re dişîne û dest datîne ser zeviyan wan û mal û milkên wan.

DEDAŞ dîrekên 50 salî yên darî neguhertine. Ev nêzî 50 sal in li bajarê Kurdan ti xizmetguzarî nekiriye û ti pere xerc nekirine.

DEDAŞê xwestiye kara xwe û karê xwe zêde bike û çav berdaye berîka xelkê.”

Çavkanî: AA