AMEDTIMES- Baroya Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku şandeya lêkolîna agirê li navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdênê di raporê de gotiye:

“Ne pêkane mirov tespît bike ku agir ji ber elektrîkê derketiye” û wan jî li ser vê yekê ew şande li Serokatiya Desteya Herêmê ya Biryarê a Pispor gilî kirine.

Heriwha Baroha Amedê diyar kir ku rapora hatiye pêşkêşkirin ji pîvanên pisporiyê dûr in.

20ê Hezîrana 2024an li navçeya Çinar ya Amedê û li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê agir bi zeviyê ketibû û di encam de 15 kesan canê xwe ji dest dabû û zerareke zêde ya madî çêbûbû.

Herwiha li gorî welatî û çend şandeyên lêkolînê agir ji ber çirûska têlên elektrîkê derketibû û kompanyaya elektrîkê DEDAŞê wekî berpirsiyar hatibû dîtin.

Ji wê demê heta niha derbarê sedema agir de lêkolîn û lêpirsîn berdewam in.

Li gorî daxuyaniya Baroya Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Çinarê de şandeya pispor 14ê Tebaxê ji bo dosyeyê raporek pêşkêş kiribû.

Şandeyê di raporê de gotibû “Sedema agir nehatiye tespîtkirin û ne pêkane bê tespîtkirin ku agir ji ber elektrîkê derketiye.”

https://x.com/Diyarbakirbaro/status/1826264954841755888?ref_src=twsrc%5Etfw%7Ctwcamp%5Etweetembed%7Ctwterm%5E1826264954841755888%7Ctwgr%5E8431650f763ab8eaafbd22eeeb13aa1d987295bc%7Ctwcon%5Es1_&ref_url=https%3A%2F%2Fwww.rudaw.net%2Fkurmanci%2Fkurdistan%2F2108202413

Çavkanî: Rûdaw