Li Almanyayê êrişa çekdarî: Kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin Li Almanyayê êrişa çekdarî: Kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin

AMED TIMES – Li Sertê di dawetekê de 6 kesên ku govend girtine di medyaya civakî de ji aliye hesabên nijadperest  ve rastî êrişan hatin, 6ê tîrmehê de bi operasyonan hatibûn girtin.

Ji wan Filiz Taşkesen bi girtîmayina malê ve hatibû berdan lê 5 kesên din di 27ê  tîrmehê de di girtîgehê de bûn.

6 kesên ku 5 kes ji wan li girtîgehê de bûn bi hinceta ‘’propagandeya rêxistinê’’ doz li wan hatibû vekirîbûn, mehkemeya wan a ewil îro li Dadgeha Sêrtê ya Cezayên Giran a Sêyem de bû. Dadgeh 5 kesan berdan, tevî girtîmayina  malê û kontrola îdarî jî betal kir. Dadgeh biryara qedexeya derketina derveyê welat jî birî. Doza bê dê 26ê mijdarê de bibe.  

Çavkanî: MA