AMEDTIMES- Ajansa Avhewayê ya Ewropayê ragihand ku tebaxa îsal meha herî germ a di dîrokê de bûye ku bi germahiya navînî 16,82 pile bûye.

Li gorî ajansê, bilindbûna pileya germahiyê ji ber bandora guherîna avhewayê ye ku hejmara rojên germ zêde bûye.

Hat diyarkirin ku Awistralya, Japonya, Çîn û Norweçê meha tebaxê ya herî germ bi rê kir.

Ajansên avhewayê pêşbînî dikir, ji dema ku cara yekem germahî hatiye tomarkirin ve ku vedigere sedsala 19an îsal bibe sala herî germ.

Dûpişk digirtin, 387 hezar lîre ceza lê hat birîn Dûpişk digirtin, 387 hezar lîre ceza lê hat birîn

Li gorî ajansên avhewayê yên Amerîka û Ewropayê, sala borî sala herî germ a li ser rûyê erdê bûye lê pisporên hewayê diyar kir ku di destpêka vê mehê de germahiya navîn li gorî sala borî 1,48 pileyan zêdetir bûye.

Ajansa Avhewayê ya Ewropayê diyar kir ku Ewropa cihê ku herî zêde bandora guherîna avhewayê lê dike ye, li piraniya welatan germahî zêde dibe û hişkesalî û şewatên daristanan zêde dibin.

Çavkanî: Rûdaw