AMEDTIMES- Parêzgariya Amedê ragihand ku li navçeya Pîranê herêma di navbera gundên Şîngiringa Jorîn, Pirîjman û Herîdan û Herêma Çiyayê Gorus ji 3ê Îlonê heta 17ê Îlonê 15 rojan wekî “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hatine ragihandin.

Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

Federasyona Komeleyên Jinan li ser kuştina jinan raporek belav kir Federasyona Komeleyên Jinan li ser kuştina jinan raporek belav kir

“Biryara qedexeyê bi armanca, dabînkirina ewlehiya neteweyî, parastina ewlehiya raya giştî, parastina asayîşa giştî û maf û azadiyên bingehîn û rêgirîkirina tawanan hatiye wergirtin.”

Parêzgariyê her wiha diyar kir, çûyîna welatiyan a “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” ji bo parastina can û malê wan qedexe ye û kesên biçin dê werin cezakirin.

Çavkanî: Rûdaw