AMEDTIMES- Li navçeya Erdemliyê ya parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyeyê xizmên zavê û bûkê di dawetê bi nav hev ketin. Li gorî agahiyan, dema dawetê berdewam dikir xizmên zavê û bûkê “ji ber ku mehra fermî nehatiye birîn” ketin qirika hev.

Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin

Piştî ku nîqaşa wan gur bû her du alî bi nav hev ketin. Di vê pevçûnê de 9 kes birîndar bûn ku zava ji di nav wan de ye. Divê were gotin ku 2 kes bi kêrê û tevî zava 7 kes jî bi lêdanê hatine birîndarkirin.

Tîmên tenduristiyê her 9 birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdemliyê. Derbarê bûyerê lêpirsînê dest pê kir û 2 kes hatin desteserkirin.