Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin

AMED TIMES - Prof. Dr. Cenap Ekinci îdia kir ku Odeya Tabîban di pêvajoya îqnakirina Mahmut Oragi de rol lîstiye û xwest ku lêborîna giştî û pêvajoyeke darazê ya adil bê meşandin.

Ekînci li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyan ku "Em daxwaza lêborîn xwestina ji gelê me û pêvajoyeke adîlane dikin."

"Şîrket bi saziyên dewletê û burokrasiyê re gel wek 'kobay' bikar anîn."

Cenap Ekîncî di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku vê rewşê gel mexdûr kiriye û divê lêborîneke giştî bê xwestin; 

“Ev der Diyarbekir e. Hêvî û encam qet hev nagirin. Dibe ku derbikeve, ne encama ku em dixwazin be. Lê ev tê wê wateyê ku me têbinîyekî, li derftera dîrokê not kirî ye. Li Amedê bi hevkariya fîrmayek, saziyeke dewletê û hinek burokrasiyê mirov wek kobay hatine bikaranîn. Lê wê demê, hûn nikarin li ser bingeha gumanan derkevin û bibêjin ku ew tiştek xelet dikin an ceribandinan li ser nexweşan dikin. Hûn nikarin tiştekî wisa bikin. Jixwe, me serdemeke pandemîk bi rengek nû dijî ya. Demek e wisa bû ku mirov li ser dermankirina derzî û dermanan nîqaş dikirin. Serdemeke ku mirov bêyî destûra malbatên xwe hatin definkirin bû. Gelek dezenformasyon hene. Serdemeke wisa ku dewletê pergala tenduristiyê bi polîs û leşkeran birêva dibir. Serdemeke ku hemû tevger hatibûn sînordar kirin. Ez jî bi tesadufî bi vê meseleyê agahdar bûm. "Belê, bê guman, min wê demê jî ew guman kir."

"Bijîşkê ku destûr daye  vê pratîkê endamê odeya bijîjkî ye."

Prof. Dr. Ekîncî balê kişand ku serdema pandemiyê, Rewşa Awarte afirand û got.

"Di wê heyama pandemiya COVID'tê de, tu nikaribûy der bikevî û her şik û gumanên xwe ragihînî, belav bikî. Belê. Ji ber ku serdemeke awarte heye. Di warê tenduristî de rewşeke awarte heye û divê hûn di wê rewşê de berpirsiyar tevbigerin. Divê Odeya Bijîşkan dest ji vê yekê berneda. Diviyabû ji endamên li wir bipirsiya û heta kesê ku Mahmut Oragi qanih kiribû, endamê odeya bijîşkan bû. Bijîjkê sereke yê ku destûrê dide vê pratîkê endamê odeya bijîşkî ye. Çima Odeya Bijîşkan gazî endamên xwe nake û napirse ka we çi kir û çima naşopîne? Çima îro jî, di der barê van kesan de lêpirsîna dîsîplînê ya îdarî nade destpêkirin? Ew dikarin lîsansa xebatê betal bikin, her çend ew sembolîk be jî. Wexta ku min parve kir birêz Soylu Wezîrê Karên Hundir û birêz Koca jî Wezîrê Tenduristiyê bû. Tevî vê yekê jî min parve kir. Û min pirsên xwe yên gumanbar jî li wir danî. Min li wir nivîsand ku ez dizanim ew kî ne, lê ka hûn lêpirsîn bikin ku ew kî ne?! Min ev yek li gelek cihan diyar kiriye. Mesele ne ew e ku wezîr li ser wezîfeya wezîrî ye yan jî nebûye. "Wezaret pêvajo ne û berdewamiya hev in."

Çavkanî: BİA net