Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin

B E L E D I Y E5B E L E D I Y E4 Bi karûbarê "Çareseriya Di Cî De" ya ku ji hêla Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel ve tê pêşkêşkirin, li gorî daxwazên ku ji navenda bangewaziyê ya "Alo 153" hatine wergirtin, çareserî têne çêkirin.

Yekîneya Çareseriya Di Cî De li avahiya navendî ya Şaredariya Bajarê Mezin û Otogara Navbajaran li du buroyên cuda xebatên xwe didomîne. Çareseriya Di Cî De ku di navbera welatiyan û saziyên pêwendîdar de weke pirekê tevdigere, heyama 4 mehan; der barê daxwaz, pêşniyar û gazinên 5 hezar kesî de yên der barê "hatûçûna nava bajêr û navbajaran, razan, xizmetên civakî, park û baxçe, rê, av, kanalîzasyon" de serlêdan kirin, nirxandin. Serlêdan sewqî yekîneyên têkildar hatin kirin û bi çareseriyê bi dawî bûn.

170 hezar bangewazî hatin bersivandin

Herweha mîna yekîneya Çareseriya Di Cî De, Navenda Telefonê ya Alo 153 jî bi lez û bez hemû teblîx, pêşniyar, gilî û daxwazên welatiyan dinirxîne û yekser bersivê dide welatiyan. Di vê çarçoveyê de li navenda telefonê ya Alo 153 di 4 mehên dawî de, 170 hezar û 373 telefon hatin bersivandin.

Li Şûna Diyar Maseyê Çareseriya Di Cî De

Seroka Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş, der barê xizmetên ku tên kirin de agahî da û diyar kir ku wan navê yekîneyê ji Diyar Maseyê- guhertiye û kiriye Çareseriya Di Cî De û hewl dane xizmetên bi bandortir bikin.

'Me daxwazên 5 hezar welatiyan çareser kir'

Guneş, diyar kir ku ew bi pêkanîna Çareseriya Di Cî De ji welatiyan re rû bi rû xizmetê dikin û wiha got: “Em wek Çareseriya Di Cî De xizmetguzariya rê, av, kanalîzasyon pêşkêşî welatiyên xwe dikin; Em daxwaz, pêşniyar, hêvî û giliyên welatiyên xwe ji yekîneyên xwe yên pêwendîdar re radigihînin. Di vê çarçoveyê de me bi pêkanîna Çareseriya Di Cî De hevdîtinên rû bi rû pirsgirêk û daxwazên 5 hezar welatiyên xwe çareser kirin."

'Em ji bo çareseriyê barî hildidin'

Guneş destnîşan kir ku di çareserkirina daxwaz, pêşniyar û giliyên welatiyên ku li bajêr dijîn bi Navenda Telefonê ya Alo 153 re ew rol digrin ser milê xwe û wiha got: “Em wek Navenda Telefonê ya Alo 153 daxwaz, pêşniyar, pirsgirêk û giliyan dinirxînin. Ji navencî 170 hezar welatiyên bajêr û piştî veguhestina wan bo yekîneyên pêwendîdar wan dişopînin û em karê çareseriyê digirin ser xwe."

Piştgiriya hatûçûnê ji bo welatiyên destteng

Guneş aşkere kir ku ew wek yekîneya Çareseriya Di Cî De bi dabînkirina lêçûnên bilêtên xwe yên di hatûçûna navbajaran de piştgirî didin welatiyên dezavantaj, jinên li stargeh û xwendekaran û wiha got: “Ji bo tevkariyê li hatûçûnê bikin, em; li navenda me ya Çareseriya Di Cî De ya li rawestgeha otobûsan, alîkariyê didin welatiyên xwe yên ji derve tên. Her wiha em ji bo tûrîstên ku tên bajarê me jî xizmetên rêberiyê pêşkêş dikin.”

Çavkanî: Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê