AMED TIMES- Dayika Şemiyê Fatma Kirbayirê koça dawî kir. 

Cenazeyê Kirbayirê dê di 15.05.2024an de piştî nimêja nîvroyê ji Mizgefta Gokyîgîta Îçerenkoyê ji bo Goleyê were oxirkirin.

Dayîka Şemiyê Farma Kirbayir xwişka Cemîl Kirbayir e ku di 12ê Îlona 1980an de hatibû windakirin. Dayika Şemiyê Fatma Kirbayirê koça dawî kir. 

Di daxuyaniya Dayikên/Mirovên Şemiyê de wiha hat gotin:

“Hevala me ya tekoşînê Fatma Kirbayir xwişka Cemîl Kirbayir e ku yek ji windahiyên me yên 12ê Îlonê ye. Fatma Kirbayirê jî weke Dayika me ya Berfo bêyî ku agahiyek ji rewşa Cemîl bigire koça dawî kir. Êşa me mezin e. Fatma Kırbayır, di 15.05.2024an de (sibê) piştî nimêja nîvroyê wê ji Mizgefta Gokyigita İçerenkoyê ji bo Golêyê, cem Dayika me ya Berfo were oxirkirin.”

Dayika Fatma Kirbayirê, Berfo Kirbayir jî bêyî ku aqûbeta kurê xwe hîn bibe, di sala 2013an de koça dawî kiribû.

Çavkanî: BIANET KURDÎ