AMED TIMES-  Dema kongreya Amedsporê diyar bû. 

Lijneya Rêveberiyê ya Klûba Amedsporê ragihand ku wan biryara kongreyê daye. Kongre dê 4ê Hezîranê li Tesîsên Şehmus Ozer bê lidarxistin.

Klûba Amedsporê dema kongreya xwe li ser hesabê xwe yê Xê ragihand.

Di peyama xwe de Klûba Amedsporê got:

“Lijneya me ya rêvebir 20ê Gulana 2024an civiya û bi yekdengî biryar da ku kongreya asayî 4ê Hezîran 2024an saet 16:30an li Tesîsên Şehmus Ozer ên Amedsporê were lidarxistin.

Eger 4ê Hezîran rêveberî bi dengên pêwîst neyê hilbijartin, biryar hatiye dayîn ku kongre 11ê Hezîranê li heman cihê, bi awayî ku pêwîstî bi piraniya dengan nebe, bê lidarxistin.”

Çavkanî: Navenda Nûçeyan ya Amed Timesê