AMED TIMES – Tiriya pêxember ku tenê li navçeyên Semsurê ya Besnî û Sergolanê tê berhemanîn, berhema wan a tescîlkirî ye. Naha tê dirûn, dendikê wê di kozmetîkê de tê karanîn. Naha ji bo hişkkirina tiriya pêxemberê xebatek mezin dest pê kiriye.

Ji bo ku tirî emirdirêj bin bi potasyum karbonat û ji bo zûtir ber tavê hişk be jî bi zeytê tê tevlihevkirin. Tirî di nav rezan de li cihekê fireh de di navbera 4 û 7 rojan ber tavê tê sekinandin. Taybetî zivistanê tê firotin û di nav pîyaseya Tirkîyeyî de tê firotin.

Federasyona Komeleyên Jinan li ser kuştina jinan raporek belav kir Federasyona Komeleyên Jinan li ser kuştina jinan raporek belav kir

Par li Sergolanê 25 hezar 900 dekarî 12 hezar û 173 ton tirî û li Besnîyê jî 5 hezar dekarê 2 hezar û 175 ton tirî hatiye berhemanîn. Ji bo berhemanîna tiriyan Serokê Odeya Zîreatê ya Sergolênê Cuma Ali Aras got ku: ‘’Tiriya pêxember wexta ter tê xwarin tama wê cuda ye lê wexta tê hişkkirin renge wê dibe zêrê zer. Ew ji bo sifreyê ye, çerez e. RB E S N Î1ûnê dendikê tiriyê jî hem di kozmetîkê de hem jî ji bo tendûrîstiyê tê karanîn.’’

Çavkanî: IHA