AMED TIMES  - Pira Malabadê bi ser kîjan parêzgehê dikeve, di navbera Amed û Êlihê de, gengeşiyek berdewam e.

Li gorî qeydên fermî, pir di nav sînorên parêzgeha Amedê de ye. Lê belê ji ber ku pir, nêzî Êlihê ye û ji aliyê gelê li herêmê ve bi Êlihê ve girêdayî tê nirxandin; carina dibe sedem ku di derbarê xwedîderketina pirê de nîqaş derdikevin. Malabadi Köprüsü Amed Times

Her çiqas parêzgariya Êlihê dibêje, pir bi parêzgariya Amedê ve girêdayiye jî, welatiyên Êlihê, bi pêvgirêdanên dîrokî yên pirê, li pirê xwedî derdikevin. Ev gengeşî jî zêdetir ji ber nirxê pirê yê dîrokî û di danasînên çandî û hunerî yên heremê de, kî dê danasîna wê bike de derdikeve holê. 

Şaredariya Başêrê Mezin danasîna wê kir

Herî dawî Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, bi weşandina dîmenên ku bi dronê hatine tomar kirin, pirê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, da nasîn. Piştî ku ew vîdeo belav bibe, gegeşî jî dê careke din dest pê bike an na, ciyê meraqê ye.

Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin

Whatsapp Image 2024 08 09 At 13.07.54

Pira Malabadê ji aliyê kê/kî de hatiye çêkirin? 

Pira Malabadî di sala 1147an de di dema Mîrektiya Artukiyan de hatiye çêkirin. Çêkirina pirê ji aliyê Tîmûrtaş Bîn-î Îlgazî Bin-î Artûk ve hatiye kirin. Ev pira ku yek ji destkeftiyên endazyarî yên girîng ên serdema Artukiyan tê hesibandin, yek ji kêm avahiyên dîrokiye ku ji serdema navîn heya îro li piya maye.

Malabadi Köprüsü Amedtimes

Weka yek mezintirîn kembera ji kevir (ber) a li cîhanê tê pejirandin

Pira Malabadî bi mîmariya xwe, teknîkên endezyariya pêşketî yên serdemê nîşan dide. Kembera pirê yek ji mezintirîn kemerên kevir ên li cîhanê tê hesibandin, ku kemera wê ya sereke 40,86 metre dirêj e.

Her wiha kemerên bilind ên pirê, fîgurên rolyef ên li ser hatine danîn û odeyên niştecihbûnê yên li her du aliyan taybetiyên din ên cuda yên pirê ne. Ev odeyên hanê, di seranseriya dîroka pirê de ji bo mazûvaniya rêwiyan hatine amade kirin û beşên orjînal yên ji taybetiyên pirê ne.  

Istockphoto 153221251 612X612

Girîngiya pirê di lîsteya UNESCOyê de

Pira Malabadî di sala 2016an de ketibû lîsteya demkî ya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê û wek avahiyeke naskirî ya navneteweyî ya ku divê bê parastin hatibû qebûlkirin. Ev statû wekî nîşaneya nirxê dîrokî û mîmarî yê pirê û her wiha dewlemendiya çandî ya herêmê tê dîtin.

Bi awayekî fermî di nav sînorên wê parêzgehê de

Pira Malabadî hem ji bo Êlihê û hem jî ji bo Amedê mîrateyeke çandî ya girîng e û ji ber vê yekê jî dem bi dem, di navbera her du parêzgehan de dibe cihê nîqaşê. Lê belê ji aliyê erdnîgarî ve li ser rêya Farqîn (Silvan)-Bedlîsê û Çemê Batmanê ye û bi awayekî fermî di nav sînorên parêzgeha Amedê de cih digire.

Çavkanî: NAVENDA NÛÇEYAN