AMED– Wezîrê Tenduristiyê têkidlarî şewata li navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê daxuyanî da û ragihand ku 5 kes canê xwe ji dest dane, 10 jê giran 44 kes jî birîndar bûne. 

Duh bi şev ji ber çirûskên ji têlên ceyranê rijiyan li gundên navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê şewatek mezin derket.

Şewatê ji gundê Tobiniyê yê Çinarê dest pê kir û li gundên Têznê, Hatdirînê, Reşan, Dêrê, Kelekê, Herberê û Bexcayê yên bi ser Şemrexê ve belav bûn û heta ber Bendava Goksuyê berdewam kir. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca têkildarî şewatê daxuyanî da. 

Koca diyar kir ku 5 kesan di şewatê de jiyana xwe ji dest dane û got: “10 kes jê giran 44 kes birîndar bûne. 

Çavkanî: Amed Times