Federasyona Komeleyên Jinan li ser kuştina jinan raporek belav kir Federasyona Komeleyên Jinan li ser kuştina jinan raporek belav kir

AMED TIMES – Hewş cafeya ku li Sura Amedê ye dîsa êriş lê hat kirin. 12ê tîrmehê de jî êrişê cafeyê kirîbûn. Êrişkarên k udi êrişa ewil de jî hebûn dîsa êrişê cafeyê kirine. Xebatkarên cafeyê gotin ku bi hinceta ‘’Hûn li vir pir vekirî digerin’’ û ‘’Em ji denge muzîkê bêrehet dibin’’ êriş kirine û ji vê êrişa wan du  xebatkarên cafeyê birîndar bûn.

Xebatkarekî cafeyê got ku:

‘’Doh êvarê saet 6an de êrişê cafeya me kirin. Ewilî bi peyvan êriş birin ser me û pişt re jî fîzîkî êrişê me kirin. Êrişkar 2 kes bûn. Pişta êrişkaran de kêr hebû. Êrişkar dixwestin ku çeken polîsan bi zorê ji wan bigrin, polis hemberê wan sekinin. V.G. û U.Y. cara din jî êrişî cafeyê kirîbûn û dîsa êrişî me kirin. G.Ç. di êrişa din de hebû lê îcar tunebû. Naha V.G. û U.Y.hatine binçavkirin. 2 xebatkarên cafeyê birîndar in. Hinceta wan a êrişê jî ‘’Jin li vir pir vekirî ne û ji denge muzîkê bêrehet dibin.’’H E W Ş1

Çavkanî: Navenda Nûçeyan