AMED TIMES- Li bajarên Amed û Mêrdîn û Bedlîsê li ser biryarên Doza Kobaniyê 4 rojan li wan bajaran hemû cûre çalakî qedexe kirin.

Di Doza Kobaniyê de biryarên li ser siyasetmedarên Kurd hatin eşkerekirin. Ji ber dozê bi giştî 108 siyasetmedar û endamên HDPyê tên darizandin û 18 ji wan girtî ne.

Walitiya Amedê qedeyê ragihand 

Walitiya Amedê îşev bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 16ê Gulanê heta 19ê Gulanê her cûre çalakî hatin qedexekirin. 

Daxuyanî wiha ye: 

“Ji bo parastina nîzam û ewlehiya giştî ya can û malê welatiyan, her cure çalakiyên ku tê xwestin li qadên vekirî werin li darxistin (kombûn, meş, daxuyaniya çapemeniyê, greva birçîbûnê, çalakiya rûniştinê, mîtîng, vekirina standê, vekirina konan, belavkirina belavok/broşur, daliqandina afîş/pankart û hwd… ji saet 18.45ê roja 16.05.2024ê heta saet 23.59ê roja 19.05.2024ê, di nav sînorên parêzgeh û navçeyên me de (herêma cendirmeyan jî tê de) 4 rojan qedexe ye.”

Li Mêrdînê 4 rojan hemû cûre çalakî qedexe kirin 

Herwiha Walîtiya Mêrdînê 4 rojan hemû cûre çalakî bi heman hincetê qedexe kirin.

Li Bedlîsê 4 rojan hemû cûre çalakî qedexe kirin 

Walîtiya Bedlîsê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku bi armanca parastina can û malê welatiyan her cûre çalakî li îdareya sînorên parêzgehê 4 rojan hatine qedexekirin.

Çavkanî: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ