AMEDTIMES- Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê derbarê erdên çandiniyê yên 2 ku salan li ser hev beyar dimînin rêziknameyeke nû belav kir.

Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarigucuyê bi kadroya xwe ya nû xwe ji bo lîgê amade dike Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarigucuyê bi kadroya xwe ya nû xwe ji bo lîgê amade dike

Li gor rêziknameyê erdên ku 2 salan neyên çandin dê bidin kirê.

Rêzikname îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Li gor rêziknameyê, dê saziyên fermî ne di çarçoveya vê biryarê de bin.

Hat gotin ku divê kesê zeviyan kirê bike wan zeviyan tenê ji bo karên çandiniyê bi kar bîne.

Di rêziknameyê hat gotin ku dê di bin sîwana Wezareta Çandinî û Daristanan de komîsyonek bê avakirin û dê komisyon zeviyên beyarmayî tesbît bike.

Çavkanî: Rûdaw