Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin

AMEDTIMES- Di festîvalê de kîloyek hingivê Êlihê bi 300 hezar lîreyên Tirkî hat firotin ku dike nêzîkî 9 hezar dolarên Amerîkî. Parêzgarê Êlihê diyar kir ku festîval ji bo Êlihê sûdeke mezin e. Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp li ser festîvalê anî ziman:

“Ev festival di serî de sûdê digihîne nasandina navçeyên me û Batmanê. Ya duyem mirovên me bi qasî xebatê, kêfxweşî û bextewariyê jî heq dikin. Ev festival di heman demê de organîzasyoneke civakî ye ku em bi hev re pê kêfxweş dibin.”

Hilberînerên berhemên xwemalî di festîvalê de berhemên xwe dan nasandin û firotin.

Qeymeqamê Qabilcewzê (Sason) Furkan Başar jî da zanîn:

“Em îro li lûtkeya Çiyayê Meretoyê ne, em bi welatiyên xwe re li bilindahiya 3 hezar metreyan in. Em çalakiyên cur bi cur dikin. Ajotina pisqilêtê dê niha dest pê bike. Hilkişîna çiyê berdewam e. Di heman demê de em dê bi welatiyan re govendê bigerînin û stranan bêjin.”

Festîvala Hingiv, Gûz, Gilyaz û Zozanê ya Qabilcewzê (Sason) îsal cara duyemîn hat lidarxistin.

Sala borî 10 hezar kes beşdarî festîvalê bûbûn. Festîval dê wekî kevneşopiyekê her sal were sazkirin.

Çavkanî: Rûdaw