AMED Ji duh vir ve li ser tendûrîstiya Zimanzanê Amerîkî Noam Chomsky di medyaya civakî da niqaş tê meşandin.  Gelek alî ragihandin ku Chomsky jiyana xwe ji dest daye.

Lê pişt re derket holê ku ev agahî ne rast e. 

Entellektuelê amerîkî Noam Chomskyî ye ku li cîhanê bi taybetî ji aliyê derdorên çepgir ve tê hezkirin hat ragihandin ku ew jiyana xwe ji dest daye.

Lê hevjîna wî Valeria Wasserman diyar kir ku Chomsky salek berê felç bûbû, ew rakirine nexweşxaneya  û niha tendûristiya wî baş e û li malê tê dermankirin.

Çavkanî: Amed Times